Jiyannameya Serok Mesûd Barzanî


Jiyannameya Serok Mesûd Barzanî


• Serok Mesûd Mistefa Barzanî, ji malbata Barzan e ku malbateke olî û niştimanî ya Başûrê Kurdistanê ye û ev malbata têkoşer zêdetirê sed saleke li qada tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê da têdikoşe.


• Tekkiya Barzan ku ser bi terîqeta Neqşebendiye, navendekî hizrî, niştimanî, rûhî û civakî ye.


• Xebata Barzan bi rêberiya Şêx Abduselamê Barzaniyê yekem û Şêx Mihemed Barzanî û Şêx Abduselam Barzaniyê duyem û heta Şêx Ehmedê Barzanî bandorekî mezin li ser tevgera rizgarîxwaza seranseriya Kurdistanê de hebuye.


• Bi rêberiya Mela Mistefa Barzaniyê Nemir, şoreşa Barzan pengav û qonaxekî berfirehtir û pêşketîtir û partî û damûdezgehên serbazî û rêxistinî ve bi awayeke bandortir xiste xizmeta tevgera rizgarîxwaza niştimanî.

• Serok Barzanî ji dayikbûyê rêkefta 16/08/1946, ji bajarê Mehabad a paytexta Komara Demokratîka Kurdistane. Ew jî heman roje ku yekemîn kongreya Partiya Demokrata Kurd li bajarê Bexda hatiye sazkirin û têda General Mistefa Barzaniyê Nemir wekî Serokê wê Partiyê tê hilbijartin.

• Piştî şikesta Komara Demokratîka Kurdistanê, li sala 1947 li gel malbata xwe û hemû Başûriyên li nav Komarê de, vedigerin Başûrê Kurdistanê. Ji wî alî ve jî, Barzaniyê Nemir, li gel zêdetirê 500 hevalên xwe, rû li Yekîtiya Sovyeta berê dikin û li wir dimînin û heta rûxana rejîma Şahnişînî û damezrandina Komara Iraqê ya li sala 1958, êdî derfeta vegeranê ji bo wî direxsê. Li heman demê da Şêx Ehmedê Barzanî jî li bendîxaneyê tê azad kirin.

• Di destpêka êrîşa artêşa Iraqê ya li ser Başûrê Kurdistanê li rêkefta 11/09/1961 da, bi neçarî xwendinê bi cîh dihêlê û li rêkefta 20ê Adara 1962 da peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmerge ve dike.

• Sala 1967 li şoreşa Eylul da yek ji damezrêner û serpereştiyarê "Dezgeha Parastinê" ye.

• Sala 1970 endamê şanda danustankarê şoreşa Eylul û Hikumeta Iraqê ye.

• Sala 1970 ji aliyê nûnerên Kongreya heştema Partiya Demokrata Kurdistanê ve bi Endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin û paşê bi endamê yedegê Mekteba Siyasî hatiye destnîşankirin.

• Dû meh piştî şikestê, bi şêwirîna li gel Serok Mistefa Barzanî da û bi hevrêyiya xwedê jêrazî Îdrîsê Barzaniyê ciwanemerg li gel komek serkirde, fermande û kadîrên pêşketî da, bingeha "Serkirdayetiya Demkî" ya Partiya Demokrata Kurdistanê dadirêje.

• Li navbera salên 1976-1979 da, li Amerîka di xizmeta Serok Mistefa Barzanî yê bav û rêber da bû ku bi mebesta çareseriya nexweşiyê li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bû.

• Di destpêka sala 1979 bi mebesta nirxandin û rêkxistina karubarên partiyê, her wiha ji bo encamdana hevdîtinek li gel nivîsîngeha Îmam Xumeynî li Parîs, bi mebesta hemahengî û karên hevbeş dijî rejîma Şahê Îranê, serdana Viyana dike. Li wê demê da li Viyana ya paytexta Awusturya(Nemsa), ji aliyê desteyek kujerên Dezgeha Hewalgiriya Iraqê ve hewla terorkirina wî hate dayîn û dû ji yawerên wî birîndar bûn.

• Piştî serkeftina şoreşa gelên Îranê û rûxana rejîma Mihemed Riza Şahê Pehlewî li sala 1979 da, Serok Barzanî vegeriya bajarê Tehranê û li wir nûçeya koça dawî ya bavê wî pê gihîşt, li gel Îdrîs Barzanî amadesazî ji bo anîna termê wî ji bo Rojhilata Kurdistanê dikin û li bajaroka Şino rêwresma bi axspartinê hate encam dan.

• Rêzdar Mesûd Barzanî li kongreya nehema Partiya Demokrata Kurdistanê, li sala 1979 da, ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi Serokê Partî tê hilbijartin û dibê duyemîn Serok li dîroka Partiya Demokrata Kurdistanê da.

• Di sala 1983, li proseya enfala Barzaniyan da, 37 kes ji endamên malbata wî li gel 8000 kesên navçeyê û ji eşîreta wî, ji aliyê rejîma Sedam Husên ve li çolên navîn û xwarê ya Iraqê da hatin ji nav birin û li gorên bi komda hatin wendakirin.

• Di salên heştiyên sedsala derbasbûyî da, li çarçêweya rêxistinê ve û berdewamîdana xebat û têkoşîna navxweyî, Serok Barzanî çendîn car li gel Pêşmerge serdana navçeyên cûda cûdayên Başûrê Kurdistanê kiriye.

• Sala 1986 yekemîn berhema xwe ya li warê xebata Barzanî û dîroka Partî da, li bin navnîşana Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd ji sê bergan û bi zimanê Erebî çap dike, ku heta niha çendîn car dûvdaçûn ji bo wê hatiye kirin li ser zimanên Kurdî bi her dû diyalêktên Kurmanciya Serî û Kurmanciya Navîn, Tirkî û Farisî û Îngilîzî hatine wergerandin.

• Li 31/01/1987 birêz Îdrîs Barzanî birayê Serok Barzanî ku heval û hevmilê berdewamiya Serok li wî xebata dijwar da bû, li navçeya Silîvanê ya ser bi bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.

• Sala 1988 Fermandeya Giştî ya "Destana Xwakurk"ê kiriye.

• Li salên 1980 heta 1987 rola her yek ji Mesûd Barzanî û Îdrîs Barzanî, li serkirdayetî kirina şoreşa Gulan û damezrandina çendîn bereyên siyasî li navbera aliyên berhelestkarên Iraqê gelek ber bi çav bû, ku diyartirînê wan pêkanîna Bereya Kurdistanî bû.

• Bereya Kurdistanî li roja 2ê Gulana(Ayar) sala 1988 hate ragihandin ji 8 Partiyên Başûrê Kurdistanê pêkhatibû: Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, HSK, Pasok, Partî Gel, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, Hizba Şu'î(Komunist)a Kurdistan - Iraq, Tevgera Demokrata Aşûrî. Mebesta pêkanîna Bereya Kurdistanî kar û xebata pêkveyî bû ji bo berengarbûna rejîma Be'es li Iraqê ku li wê serdemê da kirdarên xwe yên dijî mirovayetiyê beramber bi gelê Kurdistanê û şoreşa wê gihandibû asteke dirindeyî.

• Şehîd Îdrîs Barzanî bi endezyarê dirustkirina Bereya Kurdistanî tê zanîn û Serok Mesûd Barzanî rolekî girîng û yek alîker li damezrandin û birêvebirina wê bereyê da dît. Bi taybetî jî di dema serpereştîkirina raperîna bihara 1991 ya gelê Kurdistanê da.

• Sala 1989 li kongreya dehema Partiya Demokrata Kurdistanê da, ji aliyê nûnerên kongreyê ve, cara duyem û bi giştiya dengan bi Serokê Partî hate hilbijartin.

• Li raperîna sala 1991 da, rêberê meydanî ya Bereyê Kurdistanî bû û plana sernexistina hêzên Iraqê li Başûrê Kurdistanê daniye.

• Li 07.04.1991 li Derbenda Korê serpereştiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye ku têda Pêşmerge destanekî mezin û dîrokî tomar kir û êrîşa hêzên Be'es li Korê têkşikand. Destana Korê li xebata berxwedan û rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de werçerxanekî dîrokî bû.

• Li meha Gulana(Ayar) sala 1991 da, Serokayetiya şanda Bereya Kurdistanî ya bajarê Bexda kiriye û bi mebesta danustandina bi destxistina mafê Kurd, li gel serkirdeyên rejîma Iraqê da guftûgo kiriye, lê belê piştî çendîn xulên danustandinan bê encam bûye.

• Li Newroza sala 1991 li bajaroka Koyê, daxwaza hilbijartina Encumena Niştimaniya Kurdistanê û damezrandina Hikumeta Kurdistanê kiriye.

• Li yekemîn hilbijartina Kurdistanê da li sala 1992, xwe ji bo rêberiya wê hildibjêrê û dengê yekem bi dest ve aniye, lê belê kêşeyên navxweyî û berçav girtina rewşa navxweyî asteng bûn li yek alîkirina encama wê hilbijartinê.

• Li rêkefta 19/06/1991 da, ji aliyê rêxistina çavdêriya mafê mirov ve xelata aştiyê bi navê gelê Kurd wergirtiye. Paşê ji aliyê rêzdar ve xelat pêşkêşî xanima Danielle Mitterrand kir.

• Sala 1992 endamê Serokayetiya Kongreya Niştîmaniya Iraqî INC bû.

• Li şubata 1992 li London ji aliyê John Major Serok Wezîrê Brîtanya ve hate pêşwazî kirin.

• Li sala 1993 da, li Kongreya yanzdehema PDK, ku bi beşdariya (2167) nûneran li bajarê Hewlêrê birêveçû û bi Serokê PDK hate hilbijartin.

• Piştî hilgîrsana şerê navxweyî li Başûrê Kurdistanê da, hemû hewlên xwe da, heta rê li wî şerê malwêranker bigre. Li rêkefta 17/09/1998 bi amadebûna birêz xanima Madeleine Albright Wezîra Derveya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, li gel birêz Celal Talebanî rêkeftinnameya aştiyê li Washingtonê îmza kir.

• Li rêkefta 15/10/1998 li baregeha Partiya Sosyalîsta Fransa ji aliyê birêz François Hollande Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Fransa ve hate pêşwazî kirin.

• Li rêkefta 20/10/1998 jî ji aliyê Serokê Parlemen û Wezîrê Derveyê Belçîka ve hate pêşwazî kirin.

• Li rêkefta 06-14/10/1999 li kongreya donzdehemê Partiya Demokrata Kurdistanê da, ku bi beşdariya (1473) nûneran li Hewlêrê birêveçû, ji aliyê endamên kongreyê ve ji bo cara çarem bi giştiya dengan bi Serokê PDK hate hilbijartin.

• Piştî van qonaxên dawî erk û dîplomasiyeta serkirdayetiya siyasiya Kurd hengavên mezin davêje û berpirsiyarî û hevdîtin û çavpêkeftinên Serok Mesûd Barzanî li asta navxweyî û navdewletî da geşbûnekî ber bi çav bi xwe ve dibîne, ku eve beşek li wan çalakî û erk û hevdîtinane:

• 8 car li gel Serokê Amerîka civiyaye. 4 car li gel George Bush ku dû car li Koşka Spî bûye 25/10/2005 û 14/12/2008, her wiha 27/11/2003 li Bexda û 03/09/2007 li binkeya serbazî Aynil Esed li sînorê Urdin. Her wiha 4 car li gel Barack Obama civiyaye ku 3 car li Koşka Spî bûye 26/01/2010 û 04/04/2012 û 05/05/2015, her wiha 07/04/2009 li Bexda.

• Pênc car hevdîtin li gel Serok Komarê Fransa kiriye ku dû car li Hewlêrê bûye. Li meha adara 1992 li Parîs hevdîtinê li gel François Mitterrand Serok Komarê Fransa kiriye. Li 12/09/2014 li bajarê Hewlêr pêşwaziya birêz François Hollande Serok Komarê Fransa kiriye. Li 02/01/2017 li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê, cara duyem pêşwaziya birêz François Hollande Serok Komarê Fransa kiriye. li 21/02/2016 li Koşka Elîzê, ji aliyê birêz François Hollande Serok Komarê Fransa ve hatiye pêşwazî kirin. Li 10/02/2015 li Koşka Elîzê, ji aliyê birêz François Hollande Serok Komarê Fransa ve hatiye pêşwazî kirin.

• Çendîn car li gel Cîgirên Serokê Amerîka civiyaye. Li gel Al Gore Cîgirê Bill Clinton, Dick Cheney Cîgirê George Bush û Joe Biden Cîgirê Barack Obama.

• Sê car li Vatîkan hatiye pêşwazî kirin, li 14.11.2005 û 28/02/2009 ji aliyê Papayê Pîrozê Benedîktê Şazdehem, Papayê Vatîkan û li 30/05/2014 ji aliyê Papayê Pîroz Fransîsê Yekem ve hatiye pêşwazî kirin û hevdîtin û guftûgoyên demdirêj li navbera wan da hebûye bi taybet jiyan û guzeraniya Mesîhiyan ku bi sedema Da'îş ve xwe spartibûn Kurdistanê. Li ser asta dîplomasî jî çendîn şandên bilind bi nûnerayetiya Papayê Vatîkan serdana Serok Barzanî kirine.

• Sê car li Hewlêr pêşwaziya Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî kiriye. Li 24/07/2014 li Hewlêr pêşwaziya birêz Ban Ki Moon Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir. Li 26/03/2016 li Hewlêrê pêşwaziya birêz Ban Ki Moon Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir. Li 30/03/2017 li Hewlêrê pêşwaziya António Guterres Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir.

• Li 31/10/2005 ji aliyê Tony Blair Serok Wezîrê Brîtanya ve hatiye pêşwazî kirin.

• Li 13/11/2005 ji aliyê Silvio Berlusconi Serok Wezîrê Îtalya ve hatiye pêşwazî kirin.

• Çendîn hevdîtin li gel Serok Komar û Serok Wezîrên Tirkiyê da kiriye. Hinek ji wan pênc car li gel Serok Komarê Tirkiyê hevdîtinan kiriye. Li şubata 1992 ji aliyê Turgut Ozal Serok Komarê Tirkiyê li Enqerê hate pêşwazî kirin û yekemcar bû ku mîhvanekî fermî bi cilê Kurdî ve bê pêşwazî kirin. Li 14/07/2014 li Koşka Komariya Tirkiyê, ji aliyê Abdullah Gul ê Serok Komar ve hatiye pêşwazî kirin. Li 09/12/2015 Receb Tayib Erdogan Serok Komarê Tirkiyê li Koşka Serokayetiyê pêşwaziya Serok Barzanî kir. Li 23/08/2016 li Koşka Komariya Tirkiyê, ji aliyê Serok Komarê Tirkiyê, Receb Tayip Erdogan ve hatiye pêşwazî kirin. Li 26/02/2017, bi serdanekî fermî gihîşte Tirkiyê, ku yekemcar ala Kurdistanê li Firokxaneya Stenbolê ji bo pêşwaziya Serok Barzanî hatibû bilind kirin, û li wê serdanê da li gel Receb Tayip Erdogan li Stenbolê civiya. Deh car hevdîtin li gel Serok Wezîrê Tirkiyê re hebûye. Şubata 1992 ji aliyê Suleyman Demîrel Serok Wezîrê Tirkiyê ku yekemîn car bi cilê Kurdî hate pêşwazî kirin. Li 06/10/2000 û 08/05/2001 li Koşka Serok Wezîrê Tirkiyê, ji aliyê Bulent Ecewîd Serok Wezîrê Tirkiyê ve hatiye pêşwazî kirin li 29.03.2011 li Firokxaneya Hewlêr pêşwaziya Receb Tayip Erdogan Serok Wezîrê Tirkiyê kir. Li 16/11/2013 Serok Barzanî û Receb Tayip Erdogan Serok Wezîrê Tirkiyê li Amedê beşdarî rêwresmekî cemawerî ya berfireh kir ku bi amadebûna sedan hezar kesan li hemwelatiyên Amedê ve birêveçû û têda ala Kurdistanê hatibû bilind kirin. Li 14/07/2014 li Koşka Serok Wezîrê Tirkiyê, ji aliyê Receb Tayip Erdogan Serok Wezîr ve hate pêşwazî kirin. Li 21/11/2014, li Hewlêrê pêşwaziya Dr Ahmed Davudoglu, Serok Wezîrê Tirkiyê kiriye. Li 09/12/2015 Ahmed Davudoglu Serok Wezîrê Tirkiyê li Koşka Serokayetiya Wezîrên Tirkiyê pêşwaziya Serok Barzanî kir. Li 08.01.2017 li Hewlêrê, pêşwaziya Binali Yildirim Serok Wezîrê Tirkiyê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek ji Wezîr û berpirsên bilindên komara Tirkiyê pêkhatibû. Li 27/02/2017 li bajarê Enqerê, ji aliyê Binalî Yildirim Serok Wezîrê Tirkiyê, bi danîna ala Kurdistanê ve, pêşwaziya Serok Barzanî kirin.

• Serok Barzanî çendîn hevdîtinan li gel Rêberê Komara Îslamiya Îranê û Serok Komar û Berpirsên dinên Komara Îslamiya Îranê da pêkaniye. Li meha gulana 1979 li gel Kak Îdrîs Barzanî li bajarê Qum a Îranê hevdîtina Ayetullah Xumeynî Rêberê Şoreşa Îslamiya Îranê kir. Li 31.10.2011 li Tehran, Ayetullah Elî Xameneyî Rêberê Bilinda Şoreşa Îslamiya Îranê, pêşwaziya Serok Barzanî kir. Pênc car ji aliyê Serok Komarê Îranê ve hevdîtin encam daye. Di sala 1995 Haşimî Rafsancanî Serok Komarê Îranê pêşwaziya Serok Barzanî kir. Dû car li Koşka Komariya Îranê ji aliyê birêz Seyîd Mihemed Xatemî, Serok Komarê Îranê ve hatiye pêşwazî kirin: 10/12/2002 û 25/09/2004. Dû car jî ji aliyê Dr Mehmûd Ehmedî Nejad Serok Komarê Îranê ve hatiye pêşwazî kirin: Li 2008/10/23 û 2011/10/31. Li gel çendîn hevdîtinên din û li gel berpirsên dinên bilinda Komara Îslamiya Îranê encam daye.

• Li 14/10/2003 li Koşka Komariya Misir ji aliyê Husnî Mubarek Serok Komar ve hatiye pêşwazî kirin. Roja 06/07/2010 Serok Barzanî li Koşka Komarî ji aliyê Husnî Mubarek Serok Komarê Misir ve hatiye pêşwazî kirin. Li 22/05/2015 li hevdîtinek li çarçoveya korbenda Aboriya Cîhana Deryaya Mirî Urdin Serok Barzanî li gel Abdulfetah Sîsî Serok Komarê Misir re civiya.

• Li salên 1982 heta 1996, li Koşka Komariya Suriye çendîn car ji aliyê Serok Komar, Hafiz Esed ve hatiye pêşwazî kirin. Her wiha li 20/10/2003 û 18/10/2004 li Koşka Komariya Suriye ji aliyê Beşar Esed Serok Komar ve hatiye pêşwazî kirin.

• Serok Barzanî sê car serdana Si'ûdiye kiriye. Cara yekem li gulana 1993 ji aliyê Şah Fehid Bin Abdulezîz Şahê Erebîstana Si'udiyê ve hatiye pêşwazî kirin. Li 13.03.2007 ji aliyê Şah Abdullah Şahê Si'udiye ve hatiye pêşwazî kirin û cara duyem li çarçêweya serdanekî fermî ya Şahnişîna Si'ûdiye li 01/12/2015 Şah Selman Abdulezîz li Koşka Paşayetiyê li bajarê Riyazê pêşwaziya Serok Barzanî kir.

• Serok Barzanî peywendiyekî tund ê dostane li gel birêz Rêzdar Şah Abdullahê Kurê Huseyîn Şahê Urdinê heye û çendîn car hevdîtin û peywendiyên telefonî encam dane. Li 19/03/2007, 05/05/2014, 21/05/2015, 18/05/2017 li Koşka Husêniye ya Amana paytexta Urdinê rêzdar Şah Abdullahê Duyemê Şahê Urdinê pêşwaziya Serok Barzanî kiriye. Li 22/05/2015 li gel Şah Abdullah beşdarî li pêşangeha Sofeks kir. li 21.05.2015 li yekem roja korbenda Aboriya Cîhanî, civînek li navbera Serok Barzanî û rêzdar Şah Abdullahê Paşayê Şahnişîna Urdinê birêveçû. Li 12/02/2016 li çarçoveya konferansa Asayîşa Munich 2016 Serok Barzanî û Şah Abdullah civiyan.

• Li 13/10/2000 ji aliyê birêz Heinz Fischer Serokê Parlementoya Awusturya(Nemsa) ve hatiye pêşwazî kirin.

• Li rêkefta 03/10/2001 li Pîrmam (Hewlêr) pêşwaziya birêz xanim Danielle Mitterrand, xatuna yekema Fransa, kir ku bi "Dayika Kurdan" hatiye nas kirin.

• Li rojên 14-16.12.2002 beşdarî kongreya London ya ji bo hevrikiya Iraqî dijî rejîma Sedam Husên kir.

• Li rêkefta 28/04/2003 bi mebesta çespandina federalîzm ji bo Kurd, bi serpereştiya şandekî beşdarî kongreya Bexda kiriye.

• Li rêkefta 13/07/2003 bi endamê encumena desthilatdariya niştimaniya Iraqî hatiye destnîşan kirin.

• Li salên 1984 heta 2008 çendîn car li gel Muammer Qedafî Serokê Lîbya re civiya.

• Li gel Mîrê Dewleta Kuweyt û Mîrê Dewleta Qeterê çendîn hevdîtin hebûye ku li 03/02/2009 Mîrê Dewleta Kuweyt birêz Şêx Sebah Ehmed El Cabir El Sebah li Koşka Beyan pêşwaziya Serok Barzanî kir û hevdîtin û guftûgoyên xwe hebû û li 08/02/2009 li Avahiya Dîwana Emîrî ji aliyê birêz Şêx Hemed Bin Xelîfe El Sanî Mîrê Dewleta Qeter ve hatiye pêşwazî kirin.

• Li rojên 26-27/03/2004 li bin çavdêriya Serok Barzanî Kongreya Aştbûna Niştimaniya Iraqî li bajarê Hewlêrê destpêkir.

• Li rêkefta 18/03/2004 li bin çavdêriya Serok Barzanî Kongreya Diyaloga Kurdî - Erebî li bajarê Hewlêrê destpêkir.

• Li rêkefta 01/04/2004 bi Serokê Encumena Desthilatdariya Iraqê ji aliyê Encumenê ve hate hilbijartin.

• Li rêkefta 01/12/2004 li bajaroka Pîrmamê li gel birêz Celal Talebanî Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê îmza li ser "Rêkeftinnameya Stratejî" ji bo pirsên niştimanî kiriye.

• Li rêkefta 12/06/2005 bi biryara Encumena Niştimaniya Kurdistanê û dengê zêdetirê Parlementeran bi Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.

• Li rêkefta 25/10/2005 li Koşka Spî ya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka, ji aliyê birêz George Bush Serokê Amerîka ve hatiye pêşwazî kirin. Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî wekî yekemcar li dîroka dîplomasiya Kurdî da bi cilên Kurdî ve li Koşka Spî amadeyê hevdîtinê bû.

• Li rêkefta 14/11/2005 li Koşka Vatîkan ji aliyê birêz Papa Benedîktê Şanzdehem, rêberê Katolîkên Cîhanî ve hatiye pêşwazî kirin.

• Li rêkefta 15/11/2005 li Koşka Serok Wezîrê Îtalya, ji aliyê birêz Silvio Berlusconi Serok Wezîrê Îtalya û paşê li avahiya Encumena Niştimaniya Îtalya ji aliyê birêz Pier Ferdinando Serokê Encumena Niştimaniya Îtalya ve hatiye pêşwazî kirin.

• Roja 11/03/2008 Kongreya Yekîtiya Parlemena Erebî li Hewlêrê dest bi karên xwe kir û roja 15/03/2008 Serok Barzanî li rûniştina dawî ya kongreyê da gotarek pêşkêş kir.

• Roja dûşem 13/04/2009 li Hewlêrê Serok Barzanî pêşwaziya Mehmud Ebas Serokê Desthilata Filistînê kir. Her wiha li 22/05/2015 li çarçoveya hevdîtinên Korbenda Aboriya Cîhanî ya Deryaya Mirî li welatê Urdin, Serok Barzanî li gel Mehmûd Ebas Serokê Filistînê civiya.

• Li rêkefta 25/07/2009 li hilbijartina giştî û raste rast da, bi %70 ê dengê gel, bi Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.

• Sala 2010 ji bo cara pêncem li Kongreya Sênzdehemê Partiya Demokrata Kurdistanê da, bi giştiya dengên nûnerên kongreyê, bi Serokê PDK hate hilbijartin û hêjayî gotinêye li vê kongreyê da li ber hemû mîhvanên biyanî û navxweyiyan da, bi eşkere behsa mafê biryara çarenivîsa Kurd kir.

• Roja 01/10/2010 beşdarî li Kongreya Hevpeymanên Demokratan li Roma kir û gotarekî pêşkêş kir.

• 22/02/2011 li rêwresmekî taybet da li "Roma" ya paytexta welatê Îtalya, madalya Atlantic Award bi Serok Barzanî hate bexşîn.

• Roja çarşem 20/02/2013 Serok Vladimir Putin Serokê Rusyaya Yekgirtî pêşwazî li Serok Barzanî kir.

• Roja 20/06/2013 li çarçoveya karubarên Korbenda Navdewletiya Aborî ya Saint Petersburg li welatê Rûsya, Serok Barzanî û Sergey Lavrov Wezîrê Derveyê Rûsyayê civiyan.

• Roja dûşem 22/07/2013 li Nivîsîngeha Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna 39 aliyên siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê li ser daxwaz û bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî civînek ji bo behskirina hengavên bestina Kongreya Neteweyî ya Kurd û danîna Lîjneya Amadekar hate encam dan.

• Li sala 2013 Parlemena Kurdistanê bi zêdetirê dengên Parlementeran û rizamendiya zêdetirê fraksiyonan, dem û maweya Serokayetiya Herêmê ji bo dû sal hate dirêj kirin. Her çende birêz Mesûd Barzanî ji vê dirêjkirinê razî nebû, lê belê ji ber aştevayî ya niştimanî wî erkî girt stûyê xwe.

• Sala 2014 li şerê dijî Da'îş da, Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû û heta têkşikandina vê hêzê li erkê xwe da berdewam bû. Serok Barzanî li salên şerê Da'îş bi awayeke berdewam serdana her heşt mîhwerên bereyên ceng kir.

• Serok Barzanî di dema şerê rûbirûbûna terorîstan da, wekî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ji bilî li erkê rêkxistinê hêzên Pêşmerge û dabeşkirina mîhweran, serkirdayetiya şerê dijî terorîstan dikir û raste rast serpereştî û fermandeyî helmetên Pêşmerge yên ji bo azadkirina Rebî'e, Zummar, Çiyayê Zertik, Bendava Mûsil, Çiyayê Şingal û Hewzî Ewênat û Bajarê Şingalê kir. Plana azadkirina Zummar û Hewza Ewênat û Çiyayê Şingal û Bajarê Şingal, ku Serok Barzanî darêjerê wan bû raste rast jî fermandeyî kir. Li ruyê dem û çawayiya bi cîh kirina wan planan ve, destanên bê wêne bûn.

• Li rêkefta 20/08/2014 pêşwaziya birêz Matteo Renzi Serok Wezîrê Îtalya kir.

• Di dema şerê Da'îş da, Hewlêr trafîkekî giran ya dîplomasiyê pêkhat û berpirsên bilindên Amerîka û dewletên Ewrûpa, bi taybetî Wezîrên Berevanî û Derve yê zêdetirê welatên endamên li Hevpeymaniya Şerê Dijî Da'îş û Balyozê wan dewletan li Iraqê, serdana Kurdistanê kirin û li gel Serok Barzanî civiyan. Hinek ji wan: Amerîka, Brîtanya, Fransa, Kanada, Îtalya, Belçîka, Awusturya (Nemsa), Çek, Macarîstan(Hengariya), Swêd, Norwêc, Japon, û hwd..

• Sala 2015 Encumena Niştimaniya Kurdistanê dosyeya Serokayetiya Herêma Kurdistanê xiste ber destê Encumena Şuraya Kurdistanê bo ku bi awayeke yasayî çareser bike, wan jî piştî lêkolîna li rewşê, bi sedema rewşa welat û nêzîkbûna hêzên Da'îş li bajarên mezinên Kurdistanê, biryara dirêjkirina dema Serokayetiya Herêmê ji bo dû salên din da, rêzdar jî ji ber hestiyariya rewşê û piştgermiya Pêşmerge li erkê xwe de berdewam bû.

• Li rêkefta 11/01/2015 pêşwaziya birêz Peter Maurer Serokê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor kir.

• Li rêkefta 13/02/2015 li Koşka Komarî ji aliyê birêz Heinz Fischer Serok Komarê Awusturya(Nemsa) ve hate pêşwazî kirin.

• Li rêkefta 11/05/2015 ji aliyê her yek ji birêz Viktor Orbán Serok Wezîrê Macarîstanê(Hengarya) û birêz János Áder Serok Komarê Macarîstanê ve hate pêşwazî kirin.

• Li rêkefta 12/05/2015 li Koşka Komarî ya Çek ji aliyê birêz Miloš Zeman Serok Komarê Çek ve hate pêşwazî kirin.

• Roja 22/05/2015 beşdarî li Korbenda Aboriya Cîhanî ya Deryaya Mirî li welatê Urdinê kir.

• Li rêkefta 23/12/2015, pêşwaziya birêz Pietro Grasso Serokê Encumena Pîrên Îtalya kir.

• Li rêkefta 25/10/2016 li Pîrmam pêşwaziya birêz Stefan Löfven Serok Wezîrê Swêdê kir.

• Roja 11/07/2017 Serok Barzanî li çarçêweya serdana xwe ya li Parlemena Ewrûpa li Bruksel, gotarekî pêşkêş kir.

• Roja 11/07/2017 Geert Bourgeois Serok Wezîrê Herêma Flanders a Belçîka, pêşwaziya Serok Barzanî kir.

• Çendîn car beşdarî li Korbenda Aboriya Cîhanî kiriye û li çarçêweya Korbenda Aboriya Davos, li gel gelek serkirdeyên siyasiyên cîhanê da civiya. Hinek ji wan: Şah Abdullah Padşayê Şahnişîna Urdin, xanima Angela Merkel Şêwirmenda Almanya, Îlham Aliyev Serok Komarê Azerbaycan, Joe Biden Cîgirê Serokê Amerîka, Mark Rutte Serok Wezîrê Holanda, xanima Kolinda Grabar-Kitarović Seroka Kirwatya, Gjorge Ivanov Serokê Makedonya, xanima Federica Mogherini Berpirsa Siyaseta Derveya Yekîtiya Ewrupa, Temmam Selam Serok Wezîrê Lubnan, Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê, civînan encam daye. Eve ji bilî li hevdîtinên li gel Wezîrên Derve û Berevanî ya dewletên beşdarî wan korbendê û Serok û Sekreterê rêxistinên navdewletî û berpirsên dinê beşdarbuyên korbendê civiya.

• Birêz Mesûd Barzanî, bi surbûn û pêdagiriyekî rêberane ve li ser biryardana gelê Kurd li mafê çarenivîsa xwe, li rêkefta 25/09/2017, referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê saz da, li encamê da %93 dengderên Kurdistanê, bi "Belê" deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dan.

• Li encama xiyaneta taqimek û radestkirina Kerkuk - Germesêr, li rêkefta 16/10/2017 da ji bo rêgirîkirina pêkhatina xewna neyaran, li rêkefta 20 ê cotmeha 2017, wekî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bereyên Pirdê - Mexmur - Telesqof - Sihêla, li beramber çete û mîlîşiyayên Heşda Şe'bî, artêşa Iraqê, rawesta û pêşveçûna wan hêzên pirçek hate rawestandin û Bexda bi neçarî milda ji bo danustandinan.

• Li rêkefta 29/10/2017, Parlemena Kurdistanê bi zêdetirê dengan biryara dirêjkirina dem û maweya desthilatdariya her dû desthilatên raperandin û yasadananê da, lê belê Serok Barzanî bi vê razî nebû û desthilata xwe xiste ber Parlemen heta li ser her dû desthilatên raperandin û yasadananê dabeş bike û ragihand ku xwe bi Pêşmerge dizanê û wekî Pêşmerge li xebata xwe de berdewam dibe.

• Serok Mesûd Barzanî sala (1965) hevsergîriyê kiriye û xwediyê heşt zarokane.

• Serok Barzanî şarezayê zimanên Kurdî bi her dû zaravayên Kurmanciya Serî û Navîn, Erebî, Farisî û Ingilîziye.

• Hez ji xwendina pertûkên dîrokî, ramyarî û serbazî dike. Yek ji hezkirên helbestên îrfaniyên helbestvanê Kurd Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî û Wefayî ye.

• Serok Barzanî werzîş dike û hez ji werzîşên Topapiyê(Futbool) û melekirin û bi piya rêveçûnê ye.

• Bawerî bi çespandina mafên jinan wekî endamekî çalak ya civakê, pêkve jiyana netewe, ol, mezheb û rêbazên li Kurdistanê da heye û bi bingehên niştimanî û hemwelatîbûnê dizane.

• Serok Barzanî gelek girîngî bi pirsa xweza parêzî û jîngeparêziyê dide û li ser rêbaza Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî, parastina xweza û jîngehê bi bingeha erkê olî û niştimanî dizane. Ev bingeh îro li devera Barzan bi başî hatiye bi cîh kirin û ji bo wê yekê jî xwezaya vê deverê bûye mînakek li jîngeha xwezayî ya bêhempa li Rojhilata Navîn de. Her wiha kar ji bo berfireh kirina vê mînakê li hemû Kurdistanê de tê kirin.