Sunday 1 February 2026

Naveroka peywendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk



Roja Yekşemê, 1ê Sibata 2026an, di navbera Serok Mesûd Barzanî û birêz Mazlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk de, peywendiyeke telefonî hate encam dan.

Di vê peywendiya telefonî de, rewşa dawî ya Sûriyê û pengavên cîbicîkirina rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de hatin gotûbêjkirin. Herwiha, tekez li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û sazkirina aştî û aramiyê li Sûriyê kirin.