Thursday 31 October 2024

Serok Barzanî beşdariya Kongreya Pizîşkiya Mezopotamya kir



Roja pênçşem 31.10.2024 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî beşdariya dehemîn Kongreya Pizîşkiya Mezopotamyayê kir. Ev kongreya ku pizîşkên Kurd li hemû perçeyên Kurdistanê û derveyê welat têda beşdarbûn armanca wê zêdetir ber bi pêşve birina asta zanista pizîşkî û kerta tendirustiye li Herêma Kurdistanê da.

Li vê kongreyê da Serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka gotara Serok Barzanî ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdaran hûn hemû bi xêrhatin ser seran û serçavan.

Gelek xweşhalim ku îro li vê kongreyê da beşdarim û li xizmeta we dame, destxweşiyê li we dikim û daxwaza serkeftinê ji bo we dixwazim.
Girîngiya vê kongreyê gelek gelek zêdeye û hebûna van hemû Doktor û zanayan sermayeyeke mezin ji bo neteweya Kurd û derxerê eweye ku eger take kesê Kurd derfeta xwe hebê, hîç ji take kesên din kêmtir nîne.

Em dema ku dibîhîsîn kureke Kurd li filan welatê derve doktoraya wî gihîştiye asteke û nav û dengê xwe derxistiye, em ji vir ve şanaziyê pêve dikîn û hest bi serbilindiyeke mezin dikîn.
Xweşbextane gelek ji wan gedeyên niha li vir rûniştine, nav û dengeke xwe ya gelek baş heye û karîne bi destên xwe yên zêrîn xizmeteke zêde hem mirovayetiyê bikin û hem jî navê Kurdan jî bilind bikin.

Bêguman kertê tendirustiyê gelek gelek girînge ji bo hemû civakek, ji bo hemû netewe û welatek, li salên derbasbûyî girîngiyeke zêde bi kerta tendirustiyê hatiye dayîn, lê belê piştî niha jî em hêvîdarîn ku girîngiyeke zêdetir pê bê dayîn û hêvî dikim Hewlêr û hemû bajarên dinê Kurdistanê wiha lê bê xelk pêwîstî ewe nebin biçin derve çareseriyê werbigrin, belkû hemû pêwîstiyek li vir bê ferahem kirin bo ku xelkê me ne tûşî wê xerciya zêde bibe, ne tûşî wê zehmetiyê bibê, belkû li vir çareseriya nexweşiyan bikin û ez li wê baweriyê da me ku doktorên me ew şiyanên xwe heye û dikarin, pêwîste ew amrazên nû yên li rûyê pizîşkiyê ve derketine, ew hemû bêne dabîn kirin û xelkê me êdî neçar nebin ji bo çareseriyê biçin derve.

Rêzdaran we hemûyan bihîstiye ku berî çend rojek hilbijartineke dîrokî li Kurdistanê li roja 20ê mehê hate encamdan, ewê em şanaziyê pêve dikîn ku ew hilbijartine li keş û hewayeke gelek aram û azad da hate encamdan û hîç girifteke wiha rû neda ku gelek kes wiha pêşbînî dikirin kêşeyên gelek mezin bê pêş û bibê sedema wê yekê ku ji binî ve hilbijartin neyê kirin. Peyvên berî hilbijartin û ewê piştî hilbijartinê yê gelek aliyan wekî hev nebû, lê belê bi herhal niha hilbijartin hatiye kirin û encamên wê jî hatin ragihandin, êdî dema eweye ku guftûgo bê kirin li navbera hemû aliyan û pêver jî destkeftên hilbijartinî bê û li hemûyê girîngtir eweye ku Hikûmeta nû û rewşa Herêmê ya ji bo paşerojê divê li ser van bingehan bê:
Yek Herêm
Yek Parleman
Yek Hikûmet
Yek Hêza Pêşmerge
Her wiha bi ciddî rêgirî li wan karên neyasayiyan bê kirin ku dihatin kirin, wekî dirustkirina kargehên maddeyên hişbir yan bazirganîkirina bi maddeyên hişbir yan teror, yan ladana li yasayan, divê tixûbek ji bo van tiştan bê danîn, divê yasa serwer bê.

Hikûmeta nû, her çende li kabîneya nehem û pêştir jî hemû hewlek dane ku xizmetguzariyeke baş pêşkêş bi welatê xwe bikin, lê belê sal bi sal hem ezmûna wan zêdetir dibê, hem jî îmkaniyat jî zêdetir dibe. Ez bawerim dema ewe hatiye êdî hizr û bîra plana stratejî bê kirin, li ser rûyê hemûyan jî divê kerta tendirustiyê bigihe asteke gelek bilind. Her wiha perwerde, çandin, geştuguzar. Em ber bi ewe ve biçîn baweriya xwe li ser xwe bi xwe bikîn. Belê neft girînge, lê belê neft îro yan sibê temam dibê, lê belê çandin temam nabê, eve li rûyê aboriyê ve.

Ez wiha dibînim li paşeroja wê nizanim çend dûr û nêzîk, lê belê kêşeya av dibê kêşeya serekî û li Qurana Pîroz da jî hatiye (Wecealne minel mai kulleِn şîheyyî), jiyan dijwar dibê lê belê dikarî bê kareba bijî, dikarî bê otombêl bijî, lê belê bê av nikarî bijî.

Ez destxweşiyê li Hikûmeta Herêmê dikim ku li van demên dawî de girîngiyeke zêde bi bendavan daye, lê belê piştî niha jî divê eve yek ji ewlewiyata îş û karê Hikûmeta Herêmê be, ji ber ku meseleya av meseleyeke bi tu awayekê kêmterxemiyê tehemul nake û qebûl jî nake. Bi hêviya xwedê tûşî wê qeyranê nabîn, lê belê hemû pêşbîniyek wiha ye ku li paşerojê de meseleya av dibê kêşeyeke gelek mezin.

Her wiha armanc eweye ku çareseriya hemû giriftên li gel Bexda li gor destûr û li gor wan rêkkeftinên ku heye. Ewê ku cihê dilxweşiye ji bo me. Li van dawiyan de me bihîst ku destpêşxeriyek heye ji bo proseya aştiyê li Tirkiye, hêvîdarîn ku serbigrê û kes astengiyê ji bo wê dirust neke.
Hemû kes dikarê biaxive, lê belê şert kirdare, gotineke Erebî heye gelek xweşike dibêje: (Rahim allah imraa a'raf qadran nefsihi).

Careke din ez bi xêrhatina we hemûyan dikim, hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim, erkê we erkeke pîroze û we ciheke taybet heye li dilê mîllet da, ji ber ku hûn xizmeta mirovayetiyê dikin, destên we pîrozin û destên xweş bê.
Gelek spas