Monday 9 March 2026

Serok Barzanî Beşdariya Sersaxiya Şehîd Welat Tahir kir



Di roja Yekşemê, 8ê Adara 2026an de, Serok Mesûd Barzanî li bajarê Hewlêrê beşdariya merasîma şîn û sersaxiya Şehîd Welat Tahîr bû. Serok Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe gihand malbat û kesûkarên Şehîd Welat. Şehîd Welat Tahir, di encama êrîşa dronî ya êvara doh li ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê komên derveyê qanûnî ve şehîd bibû.