Saturday 1 November 2025

Serok Barzanî Bi Pêşmergeyên Dezgeha Îlon û Gulan û Zîndaniyên Siyasî yên Tixûbê Parêzgeha Dihokê re Civiya



Piştî nîvro ya îro şemî, 1ê Mijdara 2025an nîvro, li bajarê Dihokê, Serok Mesûd Barzanî bi Pêşmergeyên dezgeha Îlon û Gulan û zîndaniyên siyasî yên sînorê parêzgeha Dihokê re civiya.

Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û di destpêkê de spasiya berxwedan, têkoşîn û keda wan di şoreş, berxwedan û zîndanan de kir û got: "Ev azadî û destkeftiyên ku niha hene, ji kerema Xwedê û xwîna şehîdan û rondikên dayikên şehîdan û keda we ne, loma dema ez bi we re rûniştî me, bîr û raman a min bextewere."

Serok Barzanî kurteyek li ser hilbijartinên borî yên Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Iraqê û qonaxên wan hilbijartinan pêşkêş kir. Herwiha behsa nivîsandina destûra Iraqê û pêdagirbûna bi destûrê ji aliyê Bexdayê re kir û sedemên derketina pirsgirêkan, bi taybetî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, anî ziman. Kurteyek jî li ser dîroka zilm, zordestî û qirkirinê li hember gelê Kurdistanê ji amadebûyan re got û ragihand: "Bi her awayî welatê me wêran kirin, û em jî di van çend salên borî de gelek hewl dan ji bo avakirina Kurdistanê û pêşxistina wê. Tevî ku gelek astengî li pêşiya van hewldanan hatin çêkirin, lê em li ser xebata ji bo xizmet û avakirina Kurdistanê her berdewam bûn û em ê her berdewam bin. Niha jî astengî gelek in û plan jî hene ku me rawestînin, lê bi piştevaniya Xwedê û gelê xwe em ê her berdewam bin."

Serok Barzanî ji amadebûyan re ragihand ku çawa di demên borî de di sengeran de şerên qehremanî kirin, niha jî şerekî mezin heye ku dixwazin civaka Kurdistanê bi planên cûrbecûr hilweşînin û bêhêvî bikin, bi taybetî bi rêya belavkirina maddeyên hişbir. Di hilbijartinan de jî divê bi heman ruhê berxwedana sengerê ji bo serkeftin û nîşandana giraniya Partiyê bixebitin.

Herwiha Serok Barzanî tekez kir ku divê em bixwe hebin û li benda kesî nemînin. Mînak: Gelek caran Kurdistan ket ber êrîş û êrişên gelek metirsîdar, tenê pêşmerge parastina ax û gel kir.

Derbarê rewşa navxweyî de, Serok Barzanî got: "Projeyên gelek mezin hatine pêkanîn û projeyên hê mezintir jî di bernameyê de hene da ku gelê me pişta xwe bi xwe ve girêde. Di van çend salên dawî de jî bi kirdarî hat îspatkirin ku piraniya projeyên me bi destên navxweyî bi şêwazek û asteke pir bilind hatine pêkanîn, loma em pişta xwe bi gelê xwe û Pêşmerge ve girê didin û di bin tu zextan de li ser maf û prensîbên xwe tawîzê nadin."