Tuesday 2 December 2025

Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke Wezareta Karên Derve ya Japonyayê kir



Roja Sêşemê 2yê Kanûna Pêşîn a 2025an, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke Wezareta Karên Derve ya Japonyayê kir ku ji birêz Masamichi Sugaya Berpirsê Dosyeya Rojhilata Navîn li Wezareta Karên Derve ya Japonyayê, birêz Akira Endo Balyozê Japonyayê li Iraqê û çend dîplomatên din ên Japonyayê pêk dihat.


Di hevdîtinê de şanda mêvan pîrozbahiya serkeftina Partiyê(PDK) û bidestxistina zêdetirê yek milyon dengan li Serok Barzanî kir û ev yek wekî nîşaneke zelal a pêgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê di nav gel de hesibandin.

Her wiha pesnê wê vejîn û pêşketinê dan ku li Herêma Kurdistanê pêk hatiye û wekî sedemeke girîng ji bo geşepêdana veberhênana biyanî pênase kirin; her wiha amadebûna welatê xwe jî ji bo pêşxistina peywendiyan di warên cuda de ligel Herêma Kurdistanê ragihandin. Şanda Wezareta Karên Derve ya Japonyayê her wiha dilgiraniya xwe ya ji bo êrîşa dawî ya li ser Kormorê nîşan da û ligel şermezarkirinê ragihandin ku ev êrîş li dijî aramiya enerjî û aboriya Iraq û herêmê ne.


Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî ligel bixêrhatineke germ a şanda mêvan, pêşwaziyê li pêşxistina peywendiyên her du aliyan kir û ragihand ku gelê Kurdistanê her tim nêrîneke erênî ji bo gel, dewlet û şaristaniya Japonyayê heye. Serok Barzanî ligel balkişandina li ser sedemên li pişt êrîşa li ser Kormorê ragihand ku ev cûre êrîş û gef karwana pêşketina Herêmê ranawestînin. Di berdewamiya axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste ser pêvajoya siyasî ya Iraqê, qonaxa piştî hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê, kêmasiyên yasaya hilbijartinê û astengiyên li pêşiya pêvajoya siyasî li Iraqê.
Paşeroja Kurdan li Sûriyeyê û pêngavên pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê mijareke din a vê hevdîtinê bûn.