Roja Duşemê, 2 yê Sibatê, 2026, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Îrfan Sidîq, Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, ku birêz Andrew Beazley, Konsolosê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê amade bû, guftûgo li ser geşepêdanên siyasiyê dawî li Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmeteke nû û pirsgirêka destnîşankirina serokkomarê Iraqê hate kirin. Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku posta serokkomarê Iraqê para Kurdan e û pêwîst e mekanîzmayek guncaw ji bo hilbijartin û diyarkirina namzedê serokkomariyê were amadekirin û bibe bingehekî mayînde, da ku pêvajoya siyasî li Iraqê piştî her hilbijartinekê tûşî pirsgirêkan nebe. Di derbarê posta serokwezîrtiyê de jî, Serok Barzanî ragihand ku ev post para nav mala şîeyan e, divê ew bi xwe vê mijarê yekalî bikin.
Rewşa Sûriyê û rêkeftina vê dawiyê ya di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, herwiha pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û alozîyên herêmê bi giştî, bûne mijarên din ên vê hevdîtinê.