Monday 1 December 2025

Serok Barzanî Pêşwaziyê Li Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Navneteweyî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kir



Roja Duşemê, 1ê Kanûna Yekem a 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Rehîm Reşîdî (Mister Kurd), Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Navneteweyî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî kir.
Di hevdîtinê de, behsa rol û cihê revenda Kurdistanî û pêwîstiya têkoşîna neteweyî li diyasporayê hat kirin. Serok Barzanî rola revenda Kurdistanî ji bo pêşxistina doza rewa ya gelê Kurd girîng bi nav kir, û piştgirî û alîkariya xwe ji bo serkeftina hewldanên revenda Kurdistanî nîşan da. Herwiha anî ziman ku ev projeyeke neteweyî û niştimanî ye ji bo hemû Kurdistaniyan.
Her di vê hevdîtinê de, Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Navneteweyî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî bal kişand li ser wan kar û çalakiyên ku wan di asta navneteweyî de ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê pêk anîne.