Tuesday 10 March 2026

Serok Barzanî Pêşwaziyê li Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Kir



Roja sêşemiyê, 10ê Adara 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Mamosta Selaheddîn Behaeddîn, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de, Mamosta Selaheddîn Behaeddîn ji bilî wê yekê ku bal kişand li ser rewşa herêmê, tekez li ser wê yekê kir ku tevî hebûna cûdahiya nêrînên siyasî di navbera aliyan de, rewş wiha dixwaze ku pêwîst e danûstandin û hevrêziya berdewam di navbera hêzên siyasî de li ser mijarên hestiyar de hebe. Herwiha spasiya rola Serok Barzanî kir ji bo wê xemxurî û hewlên wî yên berdewam ji bo parastina gelê Kurd li Rojava û herwiha rola wî ya bibandor di pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de heye.

Her di wê hevdîtinê de, di derbarê pêşhatên dawî yên herêmê de, Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji wî şerî ye û her dem xwedî daxwaza gotûbêj û çareseriya aştiyane ya kêşeyan e. Herwiha behsa wê yekê jî kir ku pêşîneya me parastina ewlehî û asayîşa Kurdistanê ye û Herêma Kurdistanê jî ji bo ji holê rakirina kêşeyan û parastina ewlehiyê amade ye di her roleke aştiyane de beşdar bibe ku jê were xwestin. Di beşeke din a axaftinên xwe de, Serok Barzanî dilgiraniya xwe anî ziman ku hin kom di çarçoveya vî şerê herêmî de û bi hincetên bêbingeh êrîşî Herêma Kurdistanê dikin û ragihand ku ji hikûmeta Iraqê û Çarçoveya Hevrêziyê hatiye xwestin ku sînorek ji reftarên van komên derveyê qanûnî re were danîn.

Di derbarê pêvajoya navxweyî ya Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku ji bo berjewendiyên bilind û hestiyariya qonaxê, pêwîst e aliyên siyasî hevrêzî û gotûbêjên zêdetir bikin û girîng e hemû alî bi lez tevbigerin ji bo çalakirina parlamentoyê û pêkanîna hikûmeteke berfireh ya niştimanî ku tê de hemû alî berpirsiyariyê bigirin ser milê xwe. Herwiha ji bo mijara pêkanîna Encûmena Siyasî jî pêwîst dît ku hemû partiyên siyasî tê de beşdar bibin, lê ew encûmen nebe alternatîfa saziyên Herêma Kurdistanê.