Roja şemiya 18.Gulana.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî zanayên olî ya bi Serokayetiya Semahetê Şêx Abdulrezaq Else'dî kir.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan spas û destxweşiyê li Serok Barzanî kir ji bo xemxûrî û hewandina wan sedanhezar koçberan ku hatibûn Herêma Kurdistanê û hewlên Serok Barzanî ya ji bo desteberkirina aramiyê bilind nirxand.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa Iraqê û gef û dilgiraniyên paşerojê de danûstandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser pêwîstiya hemahengiya di navbera aliyan ya ji bo derbaskirina qeyran û rewşên hestiyar kirin.