Roja dûşema 23.09.2024 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Parlemena Nowecê kir ku ji birêzan Esmond Ukrust û Manî Huseynî Parlmenterên Norwecê ya ji Partiya Karê Norwecî pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de şanda Parlemena Norwecê armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê xistinrû û behsa wê rolê kirin ku welatê wan li şerê dijî terorê û her wiha karubarên hilgirtina mîn(mayin) li navçeyên Kurdistanê û yarmetîdana rêxistinên nehikûmiyên Herêma Kurdistanê kirine. Şanda mîhvan tekez li ser dostayetî û peywendiya di navbera gelê Norwec û gelê Kurdistanê kir û ragihand welatê wan piştevaniyê li aramiya Herêma Kurdistanê dike.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Norwecê kir ku li şerê terorîstan da yarmetiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dane û roleke ber bi çav ya Hikûmeta Norwecê li yarmetîdana aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo hilgirtina mînan li Kurdistanê de bilind nirxand.
Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û her wiha hilbijartina Parlemena Kurdistanê li cotmeha bê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.