Roja pênçşema 17 ê Nîsana 2025 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Pehlewanê Bokser û navdarê Kurd birêz Agid Kabayel kir.
Serok Barzanî destxweşî û pîrozbahiyê li Agid Kabayel Pehlewanê Bokserê Cîhanî yê Kurd kir ji bo bi dest ve anîna pehlewaniya kêşa giran (WBC) ya li Riyaza paytexta Erebîstana Suudî û ji bilî derbirîna piştevaniya xwe hêviya serkeftinên zêdetir û berdewamiyê ji bo Agid Kabayel xwest.
Li beranber da Agid Kabayel xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re derbirî û spasî piştevaniya Serok Barzanî kir û xelat û piştêna xwe jî wekî rêz û rûmetê pêşkêşî Serok Barzanî kir.