Sunday 14 July 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir



Roja yekşema 14ê temmûza 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Andrew Bizley Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê amade bû, Balyozê Brîtanya li Iraqê rûmetên xwe yê ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexdayê û hevdîtina li gel aliyan derbirî û ragihand ew serdan bûye sedema dirustbûna keşêkî siyasî ya erênî li nav proseya siyasiya Iraqê de û serdanekî serkeftî bû.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa encamên serdana xwe ya Bexdayê kir û di derbarê proseya siyasiya Herêmê jî Serok Barzanî tekez li ser birêveçûna hilbijartina Parlemena Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî da kir.

Rûdan û pêşhatên herêmî û gefên terorê û paşeroja hebûna hêzên hevpeymanan mijareke dinê vê civînê bûn.