Roja sêşema 17ê Eylûla 2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ku birêz Andrew Bizley Konsulê Giştiyê Brîtanya li Hewlêrê jî amade bû, di derbarê proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û encamên erêniyên serdana dawî ya Serok Barzanî ya Bexdayê de, danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de hilbijartina cotmeha bê ya Herêma Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan û Serok Barzanî wê yekê ji bo şanda mîhvan dûpat kir ku pêwîste hilbijartina Parlemena Kurdistanê bi awayeke azad û şefaf û bê asteng û dûrî ji her cûre astengî û gîr û giriftek birêve biçê.
Pirsa mayina hêzên hevpeymanan û alîkarî û hemahengiya di navbera hêzên hevpeymanan û artêşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê mijareke dinê vê civînê bû.