Roja çarşema 06.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ku birêz Andrew Bizley Konsulê Brîtanya li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Brîtanya li Iraqê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên cotmeha derbasbûyî ya Parlemena Kurdistanê û rêjeya bilinda beşdariya xelkê li dengdanê û birêveçûna li rewşeke aram da, li Serok Barzanî kir.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya gelê Kurdistanê kir ku bi vê rêjeya bilind beşdariya hilbijartinan kirine.
Danustandinên peywist bi pêkhatan û ajandaya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Partî ji bo pêkanîna hikûmetê veto li ser kes nîne û pêwîste guftûgo li çarçêweya yek herêm û yek Parlemen û yek hikûmet û yek hêzên Pêşmerge da bê.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê encamên hilbijartinên Amerîka û bandora wê ya li ser hevkêşeyên cîhan û navçeyê û her wiha rewşa siyasiya Iraqê û hilbijartina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.