Roja 11.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ku birêz Yann Braem Konsulê Giştiyê Fransa li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Fransa li Iraqê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Parlemena Kurdistanê li Serok Barzanî kir û rûmetên xwe jî ji bo rêjeya zêdeya beşdariya welatiyên Herêma Kurdistanê li rewşeke aram û demokrasiyaneya hilbijartinên Parlemena Kurdistanê ya li cotmeha derbasbûyî de hebû.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî beşdariya ber bi çav ya welatiyan û birêveçûna serkeftiyaneya hilbijartinê bi palpişteke mezin ya ji bo şerîet û sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê da zanîn û ji bo çavdêrîkirina vê hilbijartinê spasî civaka navdewletî û hemû aliyan jî kir.
Her li vê hevdîtinê de nirxandina rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û tekez jî li ser peywendî û dostayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê kirin.
Li beşeke dinê vê hevdîtinê de Balyozê Fransa li Iraqê ji bo girîngîdan û palpiştîkirina birêveçûna rêwresma bîranîna sed saliya ji dayikbûna xanima Danielle Mitterrand, ku roja 12.11.2024 li bajarê Hewlêrê dê birêve biçe, spasî Serok Barzanî kir.