Monday 30 June 2025

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir



Roja dûşema 30 ê hezîrana 2025 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Yann Braem Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê amade bû, di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê û metirsî û gefên li ser ewlehiya navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her li vê hevdîtinê de balkişandin li ser kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda û nirxandina dawî ya danûstandin û guftûgoyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal kirin.

Hilbijartinên meha mijdara bê ya Encûmena Nûnerên Iraqê û qonaxa nû ya proseya siyasî ya Iraqê û her wiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransa mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.