Roja şemiya 16.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Omer Berzencî Balyozê Iraq li Şahnişîna Urdinê kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî û guhertinên navçeyê û her wiha hilbijartina Parlemena Kurdistanê li cotmeha derbasbûyî de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî li erk û karên wî da hêviya serkeftinê ji Balyozê Iraq li Urdinê re xwest.