Roja dûşema 04.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ku birêz Steven Bitner Konsulê Giştiyê Amerîka li Hewlêrê jî amade bû, Balyoza Amerîka li Iraqê pîrozbahiya serkeftina hilbijartina bîstê cotmeha derbasbûyî ya Parlemena Kurdistanê li Serok Barzanî kir û tekez li wê yekê jî kir ku birêveçûna hilbijartina Parlemena Kurdistanê li rewş û keşûhewayeke demokrasiyane û aram da pêkhat. Li vê rewşa aloza ku navçe têda derbas dibe, wêneyeke hêja ya Herêma Kurdistanê nîşana hemû aliyek da.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî civaka navdewletî û Komîsyona Bilinda Hilbijartinan kir ku ji bilî hebûna komek kêşeyên teknîkî, lê belê rola wan ya ber bi çav li serkeftina hilbijartina Parlemena Kurdistanê da hebûye. Li beşeke dinê vê hevdîtinê de behsa hengavên pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêmê û danustandina di navbera aliyan kirin û Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Partî tîmek ji bo guftûgoyê li gel aliyan li ser pêkanîna hikûmetê û ajandaya Hikûmeta nû pêkaniye û ragihand ku Partî veto li ser hîç aliyek nîne.
Her li vê civînê de ronahî xiste li ser rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û pêşhatên dawî ya Rojhilata Navîn û her wiha di derbarê proseya siyasiya Iraqê û hilbijartina Serokê nû yê Encûmena Nûnerên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.