Monday 23 September 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Holanda li Iraqê kir



Roja dûşema 23.09.2024 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Janet Alberda Balyoza Holanda li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Rulîwv Van Îs Konsulê Giştî yê Holanda li Hewlêrê amade bû, Balyoza Holanda li Iraqê rûmet û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê dijî terorîstên Da'îş de hebû û her wiha balkişand li ser ber bi pêşveçûna peywendiyên di navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê ya li warên cûda cûda de. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Konsulê Holanda xweşhaliya xwe ragihand bi encamdana hilbijartina Parlemena Kurdistanê ya li cotmeha bê û hêvî jî xwest encamên hilbijartinê bibê sedema bihêzbûna sazî û damezraweyan û aramiya zêdetira li Herêma Kurdistanê.

Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û encamên dawî ya serdana Serok Barzanî ya Bexdayê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û her wiha rewşa navxweya Herêma Kurdistanê.