Roja sêşema 21.01.2025 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Desteya Serokayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Sûriye û encamên guftûgo û li hev nêzîkbûna aliyên Kurdî yên Sûriye û serdana Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokrat ya li cem Serok Barzanî hate guftûgo kirin.
Li vê civînê de Serok Barzanî tekez li ser yekrêzî û hemahengî û karên hevbeş yên aliyên Kurdî yên Sûriye kir.