Sunday 3 November 2024

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetî û nûnerên komele û rêxistinên Kurdên Feylî kir



Roja yekşema 03.11.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetî û nûnerên komele û rêxistinên Kurdên Feylî kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan bi kurtî kêşe û gîr û giriftên xwe û babeta bêbeşbûna hejmareke zêdeyê Kurdên Feylî ji maf û nasname û paşmayên êşandin û bi zorî veguhestinê û encamên siyaseta şovenî ji bo Serok Barzanî xistin rû ku li ser destê rejîma berê ya Iraqê li dijî Kurdên Feylî hatiye bi cîh anîn û heta îro jî beşek ji wan kêşeyan her berdewamin. Her wiha spasî Serok Barzanî kirin ku herdem berevaniyê li mafên Kurdên Feylî kiriye li wan kêşe û astengên ku wan heye û herdem dakokîkar bûye ji bo vegerandin û çespandina mafên wan.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina kesayetî û nûnerên rêxistin û komeleyên Kurdên Feylî, pêzanînên xwe ji bo helwestên wan hebû û ragihand Kurdên Feylî hêmaya cangorî û Kurdperweriyê ne û mînakeke diyarê wê sîtem û çewsandinê ne ku li dijî gelê Kurd hatiye encamdan. Tekez jî li wê yekê kir ku Kurdên Feylî ji ber nasnameya xwe ya neteweyî tûşî zulm û derbederî û koçberiyê bûne. Serok Barzanî eve jî dûpatkir ku ewê ji destên wî bê ji bo palpiştîkirin û bi cîhkirina tevahiya maf û daxwaziyên Kurdên Feylî encam dide.