Thursday 17 April 2025

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek nivîskar û helbestvan û rewşenbîrên Ereb kir



Roja pênçşema 17 ê Nîsana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek nivîskar û helbestvan û rewşenbîrên Ereb kir ku bi helkefta vekirina hevdehemîn Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan Hewlêr serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan rûmetên xwe ji bo rola dîrokiya Serok Barzanî li xebata gelê Kurdistanê û palpiştîkirina çanda pêkvejiyan û aramiyê hebû û her wiha pesnê kultûra mîhvandostî û rûhê hevdû qebûl kirin û rêzgirtina gelê Kurdistanê kirin û wekî mînakeke bilind û cûda ya li navçeyê wesif kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û bi kurtî li dîroka xebata gelê Kurdistanê û qonaxa raperîn û piştî raperînê ji bo şanda mîhvan xistin rû û tekez li wê yekê kirin ku serkeftina ezmûna Herêma Kurdistanê ji bo ewe vedigerê ku gelê Kurdistanê piştî raperînê, lêborînî bû û dest ji bo tolhildana li neyarên xwe nebir û rûpeleke nû li jiyana xwe ya siyasî de vekir. Serok Barzanî li axaftina xwe di derbarê rewşa siyasiya Iraqê tekez li wê yekê kir ku ji bo çareser kirina kêşeyan pêwîste li çarçêweya destûrê da hemû aliyek pêdagirê bingehên hevbeşî û hevsengî û hevgirtinê bin.

Li beşeke dinê vê hevdîtinê de di derbarê kêşeyên cewheriyên navçeyê û rewşa Sûriyê de amadebûyan komek pirsiyar û têbîniyan pêşkêşî Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî jî bersîva têbînî û pirsiyarên amadebûyan da.