Roja çarşema 30.10.2024 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Ehmed Abrahîm Alzahirî Konsulê Giştî yê Dewleta Îmarat li Hewlêrê kir ku bi helkefta dawî hatina erkên xwe û malavayîkirinê serdana Serok Barzanî kiribû.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî spasî erk û keda Konsulê Giştî yê Dewleta Îmarat li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.
Her li vê hevdîtinê de tekez li ser pêşxistina peywendiyan û dostayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Îmaratê kirin.