Tuesday 19 November 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Misir li Hewlêrê kir



Roja sêşema 19.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Balyoz Mehmûd Faruq Amir Konsulê Giştî yê Misir li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Misir li Hewlêrê pîrozbahiya serkeftina hilbijartina Parlemena Kurdistanê li Serok Barzanî kir û ragihand rêjeya ber bi çavê beşdarbûna xelkê û birêveçûna hilbijartina Parlemena Kurdistanê li rewşeke aram û medeniyane, destkefteke mezine û nîşana pêgihiştiyî û pêgeha bilinda Herêma Kurdistanê ye li Iraq û navçeyê. Her wiha pesnê kultûra pêkvejiyan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê kir û rola dîrokiya Serok Barzanî ya li parastina vê kultûrê û kûrtirkirina wê bilind nirxand.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Misirê da û wan peywendiyan bi dîrokî û dostane û bi bandor wesif kir. Her wiha Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser dîroka xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê tekez li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyan û aştiyê ya wekî take rêya ji bo dawî hatina êş û azarên gelên navçeyê kir.

Li beşeke dinê vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û her wiha peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û serdana vê dawiyê ya Serok Wezîrê Iraqê ya li Herêma Kurdistanê bi hengaveke girîng ya hemahengî û çareserbûna kêşeyan da zanîn.