Saturday 9 November 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştiyê Komara Îslamiya Îranê li Hewlêrê kir



Roja şemiya 09.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Nasrulla Reşnûdî Konsulê Giştiyê Komara Îslamiya Îranê li Hewlêrê kir ku bi helkefta dawî hatina erkên xwe û malavayî kirinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Li hevdîtinê de ronahî xiste li ser rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û her wiha pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê dûpatkir. Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî Konsulê Giştiyê Îranê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.