Roja pênçşema 09.01.2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Feremerz Esedî Konsulê Giştiyê nû yê Komara Îslamiya Îranê li Hewlêrê kir.
Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsulê nû yê Komara Îslamiya Îranê li Hewlêrê kir û li erkê wî yê nû da hêviya serkeftinê xwest.
Her li vê hevdîtinê de tekez li ser girîngiya peywendiyên di navbera Komara Îslamiya Îranê û Herêma Kurdistanê kirin.
Rewş û gûhertinên Rojhilata Navîn û navçeyê bi giştî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.