Tuesday 15 October 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir



Roja sêşem 15.10.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr. Mihemmed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiyê li Dr. Mihemmed Elhessan kir û hêviya serkeftinê ji bo wî li erk û karê nû da xwest.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên Iraq û navçeyê û gefên li ber aramiya Iraq û navçeyê û rola Unami li çareserkirina kêşeyan û pêkanîna aramiyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal û her wiha hilbijartina Parlemena Kurdistanê û pêwîstiya birêveçûna li keşeke aram û zelal mijarên dinên vê hevdîtinê bûn.