Roja yekşema 08.09.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Bedir Mehmud Alfehil Parêzgerê Selaheddînê û şandekî pê re kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa giştî ya Iraqê û rewşa debara welatiyan li parêzgehên navîna Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser hemahengî û peywendiya di navbera parêzgeha Selaheddîn û parêzgehên Herêma Kurdistanê de kirin.