Roja çarşema 13.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Fexrî Kerîm Serokê Dezgeha Elmeda ya Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerî kir.
Li hevdîtinê de Serokê Dezgeha Elmeda ya Ragihandin, Rewşenbîrî û Huneriyê, pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Parlemena Kurdistanê û beşdariya ber bi çav ya welatiyên li wê hilbijartinê li Serok Barzanî kir û hêvî xwest encamên wê hilbijartinê li xizmeta aramî û geşbûna Herêma Kurdistanê da be.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî yên navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.