Roja sêşema 29.10.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Musenna Elsameraî Serokê Hevpeymaniya Azim kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal guftûgo kirin.
Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser birêveçûna hilbijartina xula şeşema Parlemena Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Azim pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartina Parlemena Kurdistanê li Serok Barzanî kir.