Monday 18 November 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê û şandeke di gel da kir



Roja dûşema 18.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Eyad Ellawî Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê û şandeke di gel da kir.

Li hevdîtinê de di derbarê hilbijartina Parlemena Kurdistanê li cotmeha derbasbûyî û her wiha pêşhat û guhertinên dawî yên Iraq û navçeyê û gef û astengiyên li ber aramiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.