Thursday 12 September 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Komara Îslamiya Îranê kir



Roja pênçşema 12ê Eylûla 2024 li bajarê Hewlêrê li çarçêweya serdana Serok Komarê Îslamiya Îranê ya Iraq û Herêma Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mesûd Pizîşkiyan Serok Komarê Îslamiya Îranê kir.

Li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa giştiya Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha tekez li ser hemahengî û pêşxistina peywendiyan li warê siyasî û aborî û kultûriyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê kirin.

Her li vê civînê de birêz Mesûd Pizîşkiyan Serok Komarê Îslamiya Îranê bi fermî Serok Barzanî vexwend ku serdana Komara Îslamiya Îranê kir.