Roja Duşemê 01.12.2025an, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Ziyad el-Cenabî, Serokê Partiya Teşrîe û Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Teşrîe ya Niştimanî ya Iraqê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û herêmê bi giştî hat gotûbêjkirin, herwiha encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, peywendiyên di navbera aliyan de û beşdariya aliyên siyasî yên Iraqê di pêvajoya siyasî de hatin nirxandin.