Roja yekşema 12ê Gulana 2024 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr. Letîf Cemal Reşîd Serok Komarê Iraqê kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û herêm û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û ronahî xistin li ser gengeşeyên li ber proseya siyasî û aramiya welat.
Her li vê hevdîtinê de tekez li ser diyalog û hemahengî û karê hevbeş yên ji bo çareserkirina kêşeyan û bihêzkirina peywendiyên di navbera her du Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal kirin.