Berî nîvro ya roja pênçşema 17 ê Nîsana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Birêveber û Yarîzan û Karmendên Yaneya Werzîşiya Dihokê kir.
Li vê hevdîtinê de ku Dr. Elî Teter Parêzgerê Dihokê jî amade bû, Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Yaneya Werzîşiya Dihokê kir û pîrozbahiya serkeftin û bi destanîna qehremanêtiya kupaya kendavê li wan kir û destxweşiyê li yarîzanan û karmend û birêveber û wan hemû kesan kir ku rola wan li wê serkeftina dîrokî de hebûye. Serok Barzanî balkişand li ser rola werzîş û werzîşvanan li jiyana gelan da û ewe jî xisterû hûn dikarin ji siyasetê zêdetir û baştir doza gelê xwe bi cîhanê binasênin. Serok Barzanî palpiştiya xwe ji bo Yaneya Werzîşiya Dihokê û hemû werzîşvanên Kurdistanê dûpat kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan xwest.
Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan spasî palpiştî û xemxûriya Serok Barzanî kirin û ragihandin ku palpiştiyên Serok Barzanî îradeya serkeftin û moraleke zêder bi wan bexşiye û wê serkeftin û kupayê bi dest ve anîne wekî diyarî pêşkêşî Serok Barzanî dikin.