Bi helkefta xelat kirina birêz Fexrî Kerîm ji aliyê Lûtkeya Medya ya Erebî ve li Dubeyî, Serok Mesûd Barzanî li nameyek da pîrozbahiyê li kesayetî û rewşenbîrê navdarê Iraqî û Serokê Dezgeha El Meda birêz Fexrî Kerîm kir ku ev e jî naveroka wê ye:
Birayê birêz û xweşdivî Fexrî Kerîm
Bi xweşhaliyeke mezin ve nûçeya xelat kirina we ya ji aliyê Lûtkeya Medya ya Erebî li Dubeyî û bi destnîşan kirina we ya wekî kesayetiyê medya ya giştî gihîşt min. Helbete ev xelat kirina we hêjayê pêgeh û rêya bexşîna kulturî û medyayî ya we ye. Bi vê helkefta dilxweşker ve, germtirîn pîrozbahiyê li we dikim, hêviya tendirûstiyeke baş û serkeftinên zêdetir û dahênanên zêdetir ji bo we dixwazim.
Birayê we!
Mesûd Barzanî
30 ê Gulana 2025