Sunday 30 November 2025

Serok Barzanî Yekemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan Li Zaxoyê Vedike



Roja Yekşemê, 30ê Mijdara 2025an, Serok Mesûd Barzanî yekemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Zaxoyê bi sernavê “Zaxo Dixwîne” vekir û serdana beşên pêşangehê kir.
Li pêşangehê de, Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ji vekirina Pêşangeha Navdewletî ya Zaxoyê anî ziman û got: “Ez Spasiya Xwedê dikim ji bo van rojên xweş, doh li Cizîrê û îro li Zaxoyê. Bi hêviya Xwedê her xêr û xweşî bide, her keyfê bide û ev pêşangeha navdewletî ya pirtûkan ku îro li Zaxoyê hatiye vekirin cihê dilxweşiyeke mezin e”.
Serok Barzanî Zaxoyê wekî bajarê huner, çand û Kurdayetiyê bi nav kir û got: “Zaxo cihê huner û kultûr û mêranî û Kurdayetî û Pêşmergayetiyê ye, û Zaxo, Zaxo ye”.
Serok Barzanî destxweşiyê li vekirina Pêşangeha Navdewletî ya Zaxoyê kir û hêviya pêşketineke zêdetir ji bo Zaxoyê xwest.
Di dawiyê de, Serok Barzanî pesnê xelkê Zaxoyê da û got: “Carekê min got Zaxo ruhê min e, careke din min got hûn dilê min in, hûn ne tenê ruhê min in, hûn dil û ruhê min in”.