Roja sêşema 12.11.2024 li bajarê Hewlêrê, Serok Mesûd Barzanî beşdariya rêwresma bîranîna 100 saliya ji dayikbûna xanima Danielle Mitterrand hevjîna Serok Komarê berê yê Fransa François Mitterrand kir.
Li vê rêwresmê da Serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka gotara Serok Barzanî ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Amadebûyên rêzdar, gelek gelek bextewerim ku îro li gel we yên rêzdar li virîn ji bo bîranîna sed saliya bîranîna ji dayikbûna xanima Danielle Mitterrand ku birastî ewê xanimê mafeke zêde li ser me yê xelkê Kurdistanê heye. Roleke gelek gelek mezin li berevaniya doza gelê Kurd de dît, her çi ji destên wê hatibe kir û ez piştrastim dixwest gelek gelek zêdetir ji bo Kurdan bike, lê belê xûya ye mecal her ewe bû.
Yekemcar ku ez bi xizmeta wê gihîştim li meha temmuza sala 1989 li Parîsê bû, ew jî piştî operasyona mezina Enfalê bû ku li Kurdistanê, rejîma Iraqê pê rabûbû û ew çend rojek bû ji Tirkiye vegeriyabû. Ji ber ku hejmareke zêde ji xelkê û malbatên Pêşmergeyan û welatiyên Kurdistanê yên li devera Behdînan koça Tirkiye kiribûn û li wir li çend cîhekê hatibûn damezrandin. Xanima Danielle Mitterrand li wê demê de çûbû serdana wê xelkê kiribû, ku min xwest behsa êş û jana xelkê Kurdistanê ji bo wê bikim, min temaşe kir ku ew gelek gelek agahdare pêwîstî bi vegotina min nîne ku behs kir çûye yek du wargehên li devera Diyarbekir û dewrûbera Diyarbekir û behsa wê xelkê kir û rondik û hêstrên çavên wê hate xwarê. Birastî ji bo min tişteke nû bû, yekemcar bû ez bibînim kesekê Ewrûpî rondikan ji bo Kurdan birêjê ewe gelek bandorê li min kir. Piştî wê her çi çalakiyeke navdewletî hebûbê ji aliyê Fransa ve hewl daye ku berevaniyê li mafê gelê Kurdistanê bêkirin.
Piştî raperîna mezina bihara sala 1991, yekser hate Hacî Omeran û li wir dîsa çûyîn me pêşwaziya wê kir. Li yekem xula Parlemena Kurdistanê li sala 1992 dîsa hate serdana Kurdistanê kir û li Parlemen gotarek pêşkêş kir û çi nemabû li vê seferê da cana xwe ji dest bide, ji ber ku rejîma Iraqê otombêleke mayînkirî û mînrêjkirî li ser rê danîbû, li navbera Silêmanî û Helebçe, otombêl teqî û xweda wê bi mucîze rizgar kir. Lê belê bernameya xwe têkneda û çû serdana Helebçe jî kir.
Paşê berdewam bû evê xanimê, her çi ji destê wê hatibe kir. Ji bo wê yekê em xwe bi qerzdarê wê xanima mezin dizanîn. Li sala 1993 jî ku xelata mafê mirovan pêşkêşî Danielle Mitterrand kirin, min şanaziya ewe hebû li Washingtonê wê xelatê pêşkêşî wê bikim. Heta roja koça dawî ya wê, ji aliyê wê ve doza gelê Kurdistan li ewlewiyetê bû. Carek min ji Wezîreke Fransî bihîst, got Serok Mitterrand carek got madam Mitterrand hîç rewşekê ji bo min nehiştiye, her babetek bête pêş ew meseleya Kurdî tîne pêş û dibêje divê wiha bikin û divê eve ji bo Kurd bikin, Serok Mitterrand bi xwe jî roleke mezin hebû, hem li biryara 688 ewê Encûmena Ewlehiyê, û ku yekemcar dîsa min bi xizmeta wî gihîştim li Adara sala 1992 bû û min jêre got em ber bi hilbijartinê diçîn, got eve baştirîn tişte ku hûn dikin, pîroztirîn tişte, ku ez rabûm min jêre got cenabê Serok min çi peyamek bi xelkê Kurdistanê bigihînim? Bibêjim Serok Mitterrand çi dibêje? got bi piştrastiyê ve bi xelkê Kurdistanê re bibêje we dosteke bi wefa li Élysée heye.
Paşê ez destxweşiyê li wan hemû rêzdaran dikim ku vê bîranînê rêkxistine, û her çi bikîn ji bo wê xanimê hê jî kême û em nikarîn heqê wê bidîn. Lê belê herdem li bîra me de dimîne bi rûmeteke mezin ve wê bi bîrtînîn û li nav dilê me daye û hêvîdarîn cihê wê behişt bê.
Gelek spasiya we dikim.