Tuesday 15 July 2025

Serok Barzanî beşdariya rêwresma roja niştimaniya Fransayê kir



Êvariya roja dûşema 14ê temmuza 2025 Serok Mesûd Barzanî li Hotel Rotana ya bajarê Hewlêrê beşdariya rêwresma bîranîna roja niştimaniya Fransayê kir.

Li vê rêwresmê de ku ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Fransa li Hewlêrê ve hatibû saz kirin, bi amadebûna hejmareke ber bi çav li mîhvanên navxweyî û biyanî birêveçû. Serok Barzanî pîrozbahiya roja niştimaniya Fransayê li Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir.