Roja Şemî, 1ê Mijdara 2025an, li bajarê Dihokê, Serok Mesûd Barzanî li gel hejmarek ji rûhspiyên olî yên parêzgeha Dihokê civiya. Di vê civînê de, Serok Barzanî axaftinek pêşkêşî amadebûyan kir û li ser çend mijarên têkildarî rewşa niha û paşeroja Herêma Kurdistanê û Iraqê ronî kir.
Derbarê hilbijartinan de, Serok Barzanî ragihand, hilbijartin pêvajoyek pir girîng e ku tê de gel biryarê li ser çarenûsa xwe dide û em jî dixwazin milet azad be û bi azadî biryara xwe bide, herçiqas ji bo Partî, hilbijartin ne ji bo bidestxistina postan e, ewqas ku em dixwazin hêz û dengê Partî nîşanî her aliyekî bidin û bi vê hêz û dengê jî parastina mafên gelê Kurdistanê û Iraqê bikin.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Serok Barzanî behsa zilm û zordariyê kir ku di dirêjahiya dîrokê de li gelê Kurdistanê bê cudahiya olî û neteweyî hatiye kirin. Ev zilm ji damezrandina dewleta Iraqê ve dest pê kiriye, ku şertê damezrandina wê dewletê hebûna hevkarî, hevsengî û lihevkirinê bû, lê mixabin ev yek pêk nehat. Ji ber vê yekê jî Iraq bi berdewamî heta niha di pirsgirêk û alozî de dijî. Herwiha bal kişand li ser qonaxên zilm û zordarî û jenosîdkirina gelê Kurdistanê kir, hem misilman, hem mesîhî û hem jî êzidî, çi li ser destê rejîmên Iraqê an jî di van çend salên dawî de ku DAIŞê kir. Di vê çarçoveyê de, Serok Barzanî got ku li Kurdistanê çanda pêkvejiyan û lêborînê gelek cihê serbilindiyê ye û li tevahiya cîhanê jî behsa wê tê kirin. Ji ber vê yekê ev sermayeyek mezin e ji bo me û divê em wê biparêzin û hê bêtir xurt bikin.
Di mijareke din a axaftina xwe de, Serok Barzanî anî ziman ku piştî sala 2003 me hewl da Iraqeke nû bi hev re ava bikin. Destûra herdemî ya Iraqê hate nivîsandin û piraniya pirsgirêkan li wir hatin çareserkirin. Me wisa bawer dikir ku eger ev destûr bihata cîbicîkirin, Iraq dê ji piraniya pirsgirêkan rizgar biba, lê mixabin ev jî nehat kirin. Niha jî em hêvîdar in ku piştî van hilbijartinan, em bi hin aliyên dilsoz re li hev bikin û Iraq ji vê tengasiyê rizgar bibe. Me ji berendamên xwe jî xwestiye ku divê ew nûnerên tevahiya gelê Iraqê bin, bi bêyî cudahî.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Serok Barzanî behsa avahîsazî, xizmetguzarî û pêşketinên Herêma Kurdistanê kir û tekez kir ku divê em pişta xwe bi xwe ve girêdin û hê bêtir bala xwe bidin ser warên çandinî, geştyarî û pîşesaziyê.
Herwiha Serok Barzanî ji rûhspiyên olî xwest ku ew bi ciddî, gel ji metirsiyên madeyên hişbir hişyar bikin, ku ji aliyê olî ve jî rê bi bikaranîna wê nehatiye dayîn û herweha nexweşiyeke kujer a civakî ye.