Wednesday 3 July 2024

Serok Barzanî gihîşt Bexdayê



Berî nîvroya roja çarşema 03.07.2024 Serok Mesûd Barzanî û şanda li gel gihîştin Bexdayê û li Firokxaneya Navdewletiya Bexdayê ji aliyê Dr Mihemed Eltemîm û Dr Fuad Husên Cîgirên Serok Wezîrê Iraqê û hejmarek ji berpirsên hikûmî û siyasiyên Iraqê ve hate pêşwazî kirin.

Biryare li vê serdanê da Serok Barzanî li gel berpirsên hikûmî û aliyên siyasiyên Iraqê û hejmarek ji Balyozên welatan li Bexdayê çendîn hevdîtinan encam bide.