Wednesday 3 July 2024

Serok Barzanî li Bexda pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê kir



Piştî nîvroya îro çarşema 03.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xatûn Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser sedemên serdana xwe ya Bexdayê û balkişand li ser wê yekê ku piştî hest bi wê yekê kir ku niyeta pak heye li çareserkirina giriftan û pêdagirbûna bi destûrê û dirustbûna rewşeke erênî li Bexda û her wiha ji bo behskirina wan babetên ku regên xwe yên niştimanî heye serdana Bexdayê kiriye.

Di derbarê mayina hêzên Hevpeymanan de Serok Barzanî ragihand ku eve pirsekî niştimaniye û peywîst nîne bi aliyek û divê aramî û berjewendiyên Iraqê li ber çav bê girtin.

Her li vê hevdîtinê de Balyoza Amerîka li Iraqê piştevaniya welatê xwe ji bo serdana Serok Barzanî û baştirbûna peywendiyên Herêm û Bexda ragihand û tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal han didin û wan teşwiq dikin ji bo ber bi pêşvebirina peywendiyên wan û berdewamî û bihêzkirina diyaloga di navbera wan.

Di derbarê hilbijartinên Herêmê jî Balyoza Amerîka pêşwaziyê li diyarkirina dema birêveçûna hilbijartinên Parlemena Kurdistanê kir.