Wednesday 3 July 2024

Serok Barzanî li Bexda pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir



Piştî nîvroya îro çarşem 03.07.2024 li bajarê Bexdayê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal ya salên derbasbûyî û sedemên serdana xwe ya Bexdayê û civîna li gel aliyên siyasiyan şîrovekir.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê piştevaniya welatê xwe ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexdayê û baştirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal ragihand û ewe jî behs kir ku Brîtanya li hemû rewşek da bi girîngiyê ve temaşa Iraq û Herêma Kurdistanê dike bi taybetî di derbarê babetên aborî û gefa terorê û diyardeya koçkirinê.

Bi cîhkirina rêkeftina Şingalê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê û babeta mayina hêzên Hevpeymanan û peywendiyên du aliyan çend mijarên dinê vê civînê bûn.