Wednesday 3 July 2024

Serok Barzanî li Bexda pêşwaziya Balyozê Rusya li Iraqê kir



Piştî nîvroya îro çarşem 03.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Elbrus Kutraşîv Balyozê Rusya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexda û rewşa siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî sedem û palnerên serdana xwe ya Bexdayê û hevdîtina li gel aliyên siyasiyên Iraqê û hebûna niyeta çareserkirina kêşeyan ji bo şanda mîhvan xisterû.

Her li vê civînê de Balyozê Rusya li Iraqê ragihand welatê wan hez bi aramiya Iraqê û baştirbûna peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal dike.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de tîşk xistin li ser guhertin û pêşketinên herêmî û ew gefên aramiya navçeyê dikin armanc.