Wednesday 3 July 2024

Serok Barzanî li Bexda pêşwaziya Balyozê Çîn li Iraqê kir



Piştî nîvroya îro çarşem 03.07.2024 li bajarê Bexdayê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Tisuy Wî Balyozê Çîn li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de tîşk xistin li ser rewşa siyasiya Iraqê û Serok Barzanî sedemên serdana xwe ya Bexdayê û civîna li gel aliyên siyasiyên Iraqê xisterû û ragihand ku niyeta çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de tê dîtin û bi derfetekî baş ji bo yek alîkirina kêşeyan û berçav girtina berjewendiyên niştimaniyan da zanîn.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê Çînê xweşhaliya xwe ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexdayê nîşan da û piştevaniya welatê xwe jî ji bo çareserbûna giriftên di navbera Hewlêr û Bexdayê ragihand. Her wiha xweşhaliya xwe jî ji bo diyarkirina dema birêveçûna hilbijartina Parlemena Kurdistanê derbirî.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Çînê li warên cûda cûda mijarên dinê vê civînê bûn.