Wednesday 3 July 2024

Serok Barzanî li Bexdayê pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir



Piştî nîvroya îro çarşem 03.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina bi kêşe û giriftên siyasiyên Iraqê, sedemên serdana xwe ya Bexdayê û hevdîtina li gel aliyên siyasiyên Iraqê şîrovekir.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê Fransa li Iraqê bi girîngiyê ve behsa serdana Serok Barzanî ya Bexdayê kir û pêşwaziyê jî li diyarkirina dema birêveçûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir û ragihand welatê wan piştevaniyê li baştirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal dike.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransa û pêşketinên herêmî mijarên dinê vê civînê bûn.