Thursday 4 July 2024

Serok Barzanî li Bexdayê pêşwaziya Parêzgerê Basrayê kir



Roja pênçşem 04.07.2024 li bajarê Bexdayê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Esed Elîdanî Parêzgerê Basrayê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û rewşa guzeraniya parêzgehên Başûrê Iraqê û her wiha encamên wê serdana Serok Barzanî ya Bexdayê guftûgo kir.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser hemahengî û karê hevbeşê di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û parêzgeha Basra û parêzgehên dinê Iraqê ya li warê proje û xizmetguzariyên giştî de kirin.