Thursday 4 July 2024

Serok Barzanî li gel aliyên pêkhênerên çarçêweya hemahengiyê civiya



Êvariya roja çarşema 03.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî li gel aliyên çarçêweya hemahengiyê li mala Seyid Emmar Hekîm civiyan.

Di destpêka civînê de birêz Seyid Emmar Hekîm li axaftina xwe de bi germî bi xêrhatina Serok Barzanî kir û wê serdanê bi girîng û dîrokî wesif kir. Her wiha balkişand li ser xebat û qurbanîdana Kurd û Şîe û wekî xalekî hevbeş ya ji bo rizgarbûna ji sîtemkarî û dîktatoriyetê.

Li beşekî dinê vê civînê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe ya ji bo serdana Bexdayê nîşanda û civîna li gel aliyên siyasiyên Iraqê û ji bilî balkişandina li ser girîngiya civînê li gel aliyên pêkhênerên çarçêweya hemahengiyê, ewe jî xisterû ku niha vekirinek li rewşa siyasiya Iraqê pêkhatiye ku dikarê derfetekî baş bê ji bo veguherîna bîr û ramanan li ser astengan û çareserkirina kêşeyan. Serok Barzanî balkişand li ser dîroka hevbeşa aliyan ya li xebat li dijî dîktatoriyet û binyatnana Iraqa nû û nivîsîna destûr û tekez li wê yekê kir ku destûr bingeheke bihêze ji bo hemû aliyek ku li ser kêşe û astengan de serbikevîn.

Li dirêjahiya civînê de rewşa siyasî û pirsa hebûna hêza hevpeymanan babeta neft û budçeyê û îstîhqaqat û çawayiya hilbijartina Serokê Encûmena Nûneran bi hûrî danustandina bîr û ramanan kirin.
Her wiha tekez jî li ser palpiştîkirina kabîneya birêz Mihemed Şiya Sudanî kirin ku encama rêkkeftina di navbera aliyan û bi piştbestina bi bingehên destûrî hatiye pêkanîn.

Li vê civînê de biryar li ser danîna mekanîzmekî hevbeşa di navbera her du aliyan kirin ji bo berdewambûna peywendî û hemahengiya li ser çareserkirina wan giriftên berê hebûne û her wiha çawayiya muamelekirina li gel wan pêşhatên ku li paşerojê de têne holê.