Thursday 11 July 2024

Serok Barzanî li gel beşek ji rêxistinên hizbiyên PDK civiya



Roja pênçşem 11ê temmûza 2024 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî li gel beşek ji astên cûda cûdayên rêxistina tixûbê leq û navçeyên Partiya Demokrata Kurdistanê civiya.

Li vê civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û spasî xebat û keda endam û kadirên PDK kir ku li qonaxên cûr bi cûr da bi xweragiriya xwe ji bo gelê Kurdistanê bûne cihê hêviyê. Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser dîroka PDK wê yekê dûpatkir ku PDK ji bo zîndîhiştina hêvî û bawerbixwebûna gelê Kurdistanê dirust bûye û amraze ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê û her dem PDK bi hêz bûbê Kurdistan jî bihêz bûye.

Li beşekî dinê gotara xwe de Serok Barzanî ronahî xiste li ser serdana heftiya derbasbûyî ya Bexda û sedemên wê serdanê û civîna li gel aliyên Iraqiyan, ji bo amadebûyan şîrovekir.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa rêxistinên navxweyiyên PDK Serok Barzanî berçavrûnî û şîretên pêwîst ji bo amadebûyan xisterû.